Nêçîrvan Barzanî 1ê Gulanê pîroz kir

01-05-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî 1ê Gulanê Pîrozkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 1ê Gulanê bi peyamekê pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî roja karkerên li Îraq û Kurdistanê û cîhanê pîroz kir û got:

“Silav li ked û xwêhdana wan dikim û hêviya bexteweriyê, jiyaneke xweş û serfiraziyê ji wan re dixwazim.”

“Divê qanûneke pêşketî û modern hebe”

Serokê Herêma Kurdistanê rola karkeran a di avabûna civakê de bi bîr anî û da zanîn:

“Ez tekeziyê li ser piştevaniya berdewam a ji bo hemû maf û daxwazên wan ên rewa û pêwîstiya bi hebûna qanûneke pêşketî û modern dikim ku aqar û jîngehek guncav ji kar û jiyaneke baştir ji bo çîna kedkar, karkeran û malbatên wan pêk bîne.”

“Divê rewşa malbatên wan bê başkirin”

Nêçîrvan Barzanî ji sendîkayan xwest ku mafên karkeran biparêzin û pê de çû:

“Ez sendîka û rêxistinên karkeran teşwîq dikim ku ji bo dabînkirin û parastina mafên karkeran û dabînkirina derfetên kar û pêkanîna wekheviyê di derfetên kar de karê baştir bikin û hewlên zêdetir bidin.

Herwiha divê aliyên pêwendîdar çavdêriya malbatên wan karkeran bikin ku di dema kar de jiyana xwe ji dest daye û girîngiyê bi baştirkirina rewşa jiyana wan bidin.

1ê Gulanê li hemû aliyan pîroz be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst