DÊRSIM - 1ê Gulanê hat pîrozkirin

Dêrsim (Rûdaw) - 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî li Qada Seyîd Rizaya Dêrsimê bi beşdariya endam û nûnerên sendîka, partî û rêxistinên sivîl hat pîrozkirin.

Karker, cotkar, nûnerên sendîka û partiyên siyasî bi sedan kes ji bo pîrozkirina 1ê Gulanê li Kolana Hunerê kom bûn û ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan.

Di pîrozbahiyê de ji bilî axavtinan, stran hatin gotin û govend hat gerandin.

Karker û beşdaran daxwaza mafê karkeran kir.

Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak jî beşdarî pîrozbahiyê bû û roja karkeran pîroz kir.

Cevdet Konak ji Rûdawê re axivî û eşkere kir ku îro roja maf û kedê ye.

Konak da zanîn ku îro li Kurdistan û Dêrsimê xelk ji bo pîrozkirina roja kedê derdikeve kolan û meydanan.

“Divê heqê karkeran neyê xwarin”

Welatiyê bi nave Velî Yildiz ku beşdarî pîrozbahiya 1ê Gulanê bûbû ji Rûdawê re got:

“1ê Gulanê ye û roja karkeran e. Divê keda karkeran were dîtin û heqê wan bê dayîn.

1ê Gulana 1977an 34 karker hatin kuştin. Divê heqê karkeran neyê xwarin û bê dayîn.”

“Hemû karker birçî ne”

Karkerê bi navê Abuzer Çaglar jî got, “Mûçeya karkeran kêm e û hemû karker birçî ne.

Peymana giştî nîne, pirsgirêkên tenduristiyê nayêne çareserkirin. “

Li gorî amarên Encûmena Ewlehî û Tenduristiyê ya Karkeran (ISIG), sala 2023yan hezar û 929 karkeran di dema kar de canê xwe ji dest daye.

Di 3 mehên destpêkê yên 2024an de jî 425 karkeran canê xwe ji dest daye.