Rûdaw wekî medyaya herî baş a Îraq û Herêma Kurdistanê hat hilbijartin

Hewlêr (Rûdaw) – Tora Medyayî ya Rûdawê, li Qahîreyê xelata “medyaya ku li Îraq û Herêma Kurdistanê herî zêde tê şopandin” wergirt.

Li Qahîreyê Foruma Pêşengî û Veberhênanê hat lidarxistin.

Di çarçoveya forumê de dezgeha medyayî ya ku li Îraq û Herêma Kurdistanê herî zêde tê şopandin hat diyarkirin.

Rêxistina Riyadeyê encamên lêkolînên xwe eşkere kirin ku wan li Îraq û Herêma Kurdistanê encam dane û sê mehan berdewam kiriye.

Li gorî lêkolîna Riyadeyê, dezgeha medyayî ya ku li Îraq û Herêma Kurdistanê herî zêde tê şopandin Tora Medyayî ya Rûdawê ye.

“Rûdaw wekî dezgeha medyayî ya herî baş a Îraq û Herêma Kurdistanê hat hilbijartin”

Serokê Şaxa Rojhilata Navîn a Saziya Nivîskarên Bêsînor Dr. Qeys Rezwanî, Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz kir û got:

“Tora Medyayî ya Rûdawê wekî dezgeha medyayî ya herî baş a Îraq û Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.

Ev encam berpisiyariya Rûdawê zêdetir dike û ji ber vê jî divê Rûdaw zêdetir hay ji berpirsiyariya xwe hebe.

Em bi vê wesîleyê Rûdawê pîroz dikin.”