HSDê kuştina Xelîfeyê DAIŞê li Cindirêsê piştrast kir

01-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HSDê kuştina Xelîfeyê DAIŞê li bajarokê Cindirêsê yê Efrînê piştrast kir. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan şeva bihorî ragihandibû, ku Xelîfeyê DAIŞê Ebû Hisên Qureşî di operasyoneke MÎTê de li Sûriyê hatiye kutşin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî di twîttekê de piştrast kir ku Xelîfeyê DAIŞê Ebû Hisên Qureşî li bingeheke serbazî ya Ehrar Ee-Şerqîye li Cindirêsê hatiye kuştin.

Ferhad Şamî got, “Tişteke nû derbarê vê bûyerê de nîne, tenê ev e ku dawî li jiyana endamekî DAIŞê hat ku bo demeke dirêj ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve li herêma Efrînê ya dagîrkirî dihat parastin.”

Şeva bihorî Serokkomarê Tirkiyê ragihand ku MÎTê di operasyonekê de Ebu Hisên Qureşî Ii Sûriyê kuştiye.

Ajansa Frans Press (AFP) daye xuyakirin ku di vê rojê de MÎTê û Polîsê Navxweyî bajarokê Cindirêsê dorpêç kirine û operayonek bo ser kêlgeyekê hatiye kirin ku weke medreseyeke îslamî dihate bikaraîn.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku bajarokê Cindirêsê yek ji bajarokên wê ye, ji sala 2018an ve di kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî de ye.

Di nava du salên bihorî de hejmarek berpirsên pilebilind ên DAIŞê li Sûriyê hatine kuştin.

Di destpêka meha Nîsanê de, Amerîkayê operasyonek li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê pêk anî û ragihand, di operasyonê de serkirdeyê DAIŞê Xalid Eyad Ehmed Cibûrî hatiye kuştin ku plandanerê êrîşên DAIŞê yên li Ewropayê û berpirsê pêşvebirina serkirdatiya rêxistinê bûye.

DAIŞê berî salekê kuştina serkirdeyê xwe ragihandibû

Rêxistina DAIŞê roja 30 Mijdara 2022an di tomareke dengî de kuştina serkirdeyê xwe yê bi navê "Ebû el-Hesen El Qureşî" ragihand, bêyî ku cih û dîrokê diyar bike.

Berdevkê rêxistinê Ebû Omer el-Muhacir di tomarekê de ku li ser malperên rêxistinê hatibû weşandin, amaje bi kuştina El Qureş kiribû û gotibû, Qureşî “di dema ku dijminên Xwedê neçar dikir û şerê wan dikir, hat kuştin.” Berdevkê DAIŞê di heman demê de “Ebû Husên El-Husênî El-Qureşî” weke serokê rêxistinê dabû naskirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst