Li Wanê 2 kes bi îdîaya qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin

01-05-2023
RÛDAW
Nîşan Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji 7 kesên hatibûn desteserkirin 2 ji wan bi îdîaya qaçaxçîtiya koçberan bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Emnî ya Wanê heftaya borî di navbera 24 û 30ê Nîsana 2023an de li seranserê bajêr bi armanca rûbirûbûna “Bazirganiya mirovan û qeçaxçîtiya koçberan” operasyon hatine kirin û di encam de 7 kes hatibûn desteserkirin.

Herwiha îro Duşemê 1ê Gulanê piştî kar û barên yasayî yên wan 7 kesan 2 kes bi biryara dadgehê hatin girtin û 5 kes jî bi şertê kontrolê hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst