Mesrûr Barzanî: Hikûmet ji bo baştirkirina rewşa karkeran dê li ser proseya çaksaziyê berdewam be

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe ya ji bo 1ê Gulanê, Roja Karkeran a Cîhanî de got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo baştirkirina rewşa karkerên Kurdistanê dê li ser proseya çaksaziyê berdewam be.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê 1ê Gulana 2023an ji bo Roja Karkeran a Cîhanî peyamek belav kir.

Parlamentoya Kurdistanê di dîroka Herêma Kurdistanê de cara yekem di 1ê Adara 2023an de projeyasaya kar pesend kir. Li gorî yasayê di şev û rojekê de nabe ku karkerek ji 8 demjimêran zêdetir bixebite û mûçeya herî kêm jî 450 hezar dînar (345 dolar) be.

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Roja Karkeran a Cîhanî:

Ji bo Roja Karkeran a Cîhanî, pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Em rêz û hurmetê li erk, xebat û rola girîng a karkerên Kurdistanê di avedankirin û geşepêdana Kurdistanê de digirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo baştirkirina rewşa karkerên Kurdistanê dê li ser proseya çaksaziyê berdewam be, li ser vê qebûlkirina yasaya kar li Herêma Kurdistanê beşeke ji çaksaziyên kabîneya nehê ye di warê baştirkirina jiyan û misogerkirina mafên karkeran a tenduristî û selametiya pêşeyî û dabînkirina mafên wan yasayî û rêgiriya çewsandina karkeran.

Roja Karkeran a Cîhanî pîroz be û ji wan re jiyaneke baştir dixwazim.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê