Nêçîrvan Barzanî ji bo Roja Karkeran a Cîhanî peyamek belav kir

01-05-2023
RÛDAW
Nîşan Roja Karkeran a Cîhanî Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Roja Karkeran a Cîhanî peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşemê 1ê Gulana 2023an ji bo Roja Karkeran a Cîhanî peyamek belav kir û tekezî li ser "hebûna qanûnek modern ya kar ji bo parastina mafên karkeran û dabînkirina bingehek selamet, jîngehek minasib û bi dirustî rêkxistina demjimêrên kar û wekhevî di derfetên kar de" kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Roja Karkeran a Cîhanî de ev peyama da:

1ê Gulanê, Roja Karkeran a Cîhanî, bi germî li karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê û sendîka û rêxistinên karkeran pîroz dikim. Beşdarbûn û qurbanîdana karkerên Kurdistanê di şoreşê da û rola wan ya berbiçav û keda wan ya di prosesa binyatdanan û avadankirina Kurdistanê da bilind dinirxînim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.

Bi vê minasibetê, tevî nîşandana hemû piştevaniyê ji bo maf û daxwazên rewa yên karkeran, tekezî li ser pêwîstiya hebûna qanûnek modern ya kar ji bo parastina mafên karkeran û dabînkirina bingehek selamet, jîngehek minasib û bi dirustî rêkxistina demjimêrên kar û wekhevî di derfetên kar da dikin. Divê zêdetir girîngî bi jiyan û jiyara karkeran û malbatên wan bê dan û sendîka û rêxistinên karkeran ji bo mafên wan bi çalaktir bixebitin.

Em silav û rêzên xwe ji bo kesûkar û malbatên karkerên di dema kar da jiyana xwe ji dest dane dişînin û erkê aliyên peywendîdar e ku bi her awayî alîkarî û sexbêriya wan bikin.

Yekê Gulanê li hemûyan pîroz be û bêhnvedanek aram û bextewer ji bo karkeran dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.05.2023

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst