Li Çewligê bûyera trafîkê: 10 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê, du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 10 kes birîndar bûn.

Li Taxa Simani ya Çewligê, şeva 30ê Nîsanê otomobîla bi şofêrtiya Îlknur G. li otomobîla bi şofêrtiya Muhammed Emîn B. qelibî. Di bûyerê de 10 kesên di her du otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî û polîs ji bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê hatin veguhestin.

Hat ragihandin ku rewşa birîndarên li Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê bi giştî baş e.