Otomobîla 3 ciwanên ku ketibûn çemê Munzurê hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Otombîla sê ciwanên ku di 21ê Nîsanê de ketibû çemê Munzurê hat dîtin, lê heta niha her sê ciwan windane.

Peyamnêrê Rûdaw ji parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ragihand, 1 Gulanê piştî 11 rojan otombîla sê ciwanên ku li ber ava çemê Munzurê çûyî hatiye dîtin.

Sê ciwanên bi navê Azat Demiral ê 21 salî, Mehmet Can Demiral ê 22 salî û Baran Aslan Taş ê 22 salî di 21ê Nîsanê de bo geştê ji Amedê çûbûn Dêrsimê. Li ser rêya Pulur berî bigihîjin bajêr bi 40 kîlometreyan otomobîla wan ji rê derdikeve û dikeve çemê Munzurê.

Ji wê rojê ve xebatên lêgerîna li wan sê ciwanan di nav çemê Munzurê de berdewam bûn.

Îro Duşemê 1ê Gulanê di roja 11mîn de otomobîla wan ciwanan 250 metreyan li dûrî cihê bûyerê di binê avê de hat dîtin.

Otomobîl bi alîkariya vîncê ji aliyên tîmên lêgerînê ve ji çemê Munzurê hat derxistin. Lê ji ber di hindirê otomobîlê de kesek tinebûye xebatên lêgerîna li sê ciwanan berdewam dike.