Geştyarên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dê êdî berê xwe bidine Colemêrgê

01-05-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Geştyarên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dê êdî berê xwe bidine Geverê û Şemzînanê
Geştyarên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dê êdî berê xwe bidine Geverê û Şemzînanê
Nîşan Geştyar Rojhilatê Kurdistanê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî Wanê, niha geştiyarên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berê xwe didin Colemêrgê jî. Şanda kompanyayên geştyariyê yên Rohjihatê Kurdistanê û Îranê, di Deriyê Sînorî yê Esendereyê re li navçeya Geverê, derbasî parêzgeha Colemêrgê a Bakurê Kurdistanê bûn û bi def û zirne û kulîlkan pêşwaziya wan hate kirin û di roja yekem de ew li navçeya Şemzînanê li cihên geştyarî gerandin.

Colemêrg û navçeyên wê Gever û Şemzînan bi gelek cihên xwe yên geştiyariyê yên wek Çiyayê Cîlo, Sat û Serê Reşko û zozanên Şemzînanê li benda geştiyaran e. Ji bo nasîna navçeyên Colemêrgê ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 101 kompanyayên geştiyariyê serdana Gever û Şemzînanê kirin.

Serokê Şanda Acenteyên Îranê Sêîd Nelbay anî ziman, “Em spas dikin ji bo vê pêşwaziya gerim, bi izna Xwedê em dê mêvanên xwe êdî bînin Geverê, em hêvî dikin ev dere jî weke Wanê bibe navendeke geştîyarî û xelkê me were seredanê bike.”

Serokê Şaxa Rojhilatê Anadoluyê ya Yekîtiya Kompanyayên Geştyariyê ya Tirkiyê Cevdet Ozgokçe anî ziman, “Me 101 kompanyayên Îranê dawet kirin ji bo Gever û Şemzînanê, em ê 3 rojan wan li bajarê xwe li cihên geştiyarî bigerînin em dixwazin bila dewlemendiya bajarê me binasin.”

Acenteyên geştiyarî yên ji bajarên Urmiyê, Tebrîz, Mihabad û Erdebîlê li dervazeyê bajêrgeya Geverê ji aliyê berpirsên bajêr û kompanyayên geştiyariyê ve bi coşeke mezin û govendan hate pêşwazîkirin. şandê li Şemzînan serdana Kelehê û Dîdebana Şemzînanê û navenda navçeyê kir.

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Geverê Salîh Ozdemîr got, “Em hatine Navşarê (Şemzîna) li Navşarê jî seyrangeheke ya gelek xweş û bilind heye, mêvanên me yên ji Îranê hatine ew jî gellek pê keyfxweş in.”

Şanda geştyariyê ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê  3 rojan li herêmên geştyariyê yên Colemêrgê û navçeyên wê geriyan. Kompanyayên geştyariyê piştî ku vegerin Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dê gerên geştyariyê ji bo Colemêrgê dibin destpê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst