Li Şirnexê çûnûhatina gelek deveran heta hilbijartinê hate qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, herêmên Çiyayê Cûdî, Besta, Feraşîn, Çiyayê Tenîn û hinek herêmên din ji bo 15 rojan wek “herêma ewlehiyê ya taybet” hatin ragihandin û çûnûhatina wan deveran hat qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê ragihand ku çend herêmên cuda yên parêzgehê ji bo 15 rojan wek "herêma ewlehiyê ya taybet” hatine diyarkirin û bi roj û şev çûnûhatina wan devaran hatiye qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê dibêje, “Bi armanca rêgirîkirin li bûyerên tundûtûjiyê û rewşên nerênî û dabînkirina ewlehiya neteweyî, ewlehî û rêkxistina raya giştî di çarçoveya Yasaya Herêmên Qedexe yên Leşkerî û Herêmên Ewle de herêma Çiyayê Cûdî ya di navbera navenda Şirnex û Cizîr, Silopî, Basa, Qilaban û Elkê û herêma Besta, Çiya Gur, Kureşîn, Kela Memê, Feraşîn, Çiya Zêr, herêma gundê Dol, Tenîn û herêma Kato di navbera 1-15ê Gulanê de bo 15 rojan `herêma ewlehiya demkî` hatiye ragihandin.”

Di daxuyaniyê de hatiye nivîsandin ku bi şev û roj çûn û hatina welatiyan bo wan herêman ji bo ewlehiya can û milkê wan metirsî ye û koordînatên (nexşe) wan herêman li ser malpera parêzgariyê hatine ragihandin.