Mesrûr Barzanî: Em pabendin bi parastina mafên karkeran

01-05-2022
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Roja Cîhanî ya Karkeran 1ê Gulanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran peyamek belav kir û têde ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi parastina mafên karkeran dubare dike.

Îro Yekşembê 1ê Gulana 2022an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta Roja Cîhanî ya Karkeran peyameke pîrozbahiyê belav kir û têde pîrozbahî li tevahiya karkerên li Kurdistanê û cîhanê kir.

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de tê gotin, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi girîng, rêz û pêzanîn ve li rola, xizmet û westana karkerên Kurdistanê di avedankirin û geşepêdana jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê de dinêre.”

Mesrûr Barzanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi parastina mafên karkeran, dabînkirina jiyaneke baştir û şert û mercên karkirinê yên baştir û tendirustir ji wan re dubare dike.”

Li Herêma Kurdistanê ti amarên fermî derbarê hejmara karkeran de nîne, lê belê li gor amareke nefermî nêzî 500,000 karker li Herêma Kurdistanê hene. Ji wê hejmarê navên nêzîkî 133,000 karkeran ku dike nêzî %26 karkerên li Herêma Kurdistanê, li cem Sendîkaya Karkerên Kurdistanê hatine tomarkirin.

Serokê Şaxa Silêmaniyê ya Sendîkaya Karkerên Kurdistanê, Çalak Reûf dibêje, di 30 salên derbasbûyî de ti guhertinek di jiyan û debara karkeran de çênebûye.

Çalak Reûf herwiha diyar dike, bi taybet karkerên kerta avahîsaziyê di rewşeke nebaş de ne, weke ku bêxwedî bin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst