Wezareta Pêşmerge: Di mûşekbarana Xebatê de ti ziyanên canî çênebûn

01-05-2022
RÛDAW
Nîşan Wezareta Pêşmerge Êrîşa Mûşekî Xebat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmerge li ser mûşekbarana îşev a bo ser navçeya Xebat a Hewlêrê daxuyaniyek da û got, "Careke din komên neqanûnî ji nahyeya Bertileya Hemdaniye ya parêzgeha Neynewayê, 6 mûşek avêtine sînorê navçeya Xebatê."

Îro Yekşemê 1ê Gulana 2022an dengê çend mûşekan li sînorê navçeya Xebat a Hewlêrê hatin bihîstin.

Wezareta Pêşmerge diyar kir ku, ti ziyanên canî çênebûne û dest bi lêkolînan kirine.

Her wiha Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû, “Mûşek çend heb bûn û li sînorê navçeya Rizgarî û navçeya Xebatê ketine xwarê, ti ziyanên canî çê nebûne.”

Hêzên Dijî Teror a Kurdistanê jî li ser mûşekbarana îşev a bo ser navçeya Xebat a Hewlêrê ragihand, "6 mûşek li nêzî Zêya Badînan a navçeya Xebatê ketine xwarê."

Di 6ê Nîsana 2022an de jî li navçeya Xebatê 3 mûşek li nêzî taxên Kevirgosk û Zeya Mezin ketin. Medya ewlekariyê ya Iraqê gotibû, "Komeke neqanûnî, ew mûşek avêtine."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst