Çend mûşek li navçeya Xebat a Hewlêrê ketin

01-05-2022
RÛDAW
Nîşan Xebat Mûşek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro danê êvarê hejmarek mûşek li sînorê navçeya Xebat a Hewlêrê ketin. Hat diyarkirin ku ti windahiyên canî çênebûne.

Îro Yekşemê 1ê Gulana 2022an dengê çend mûşekan li sînorê navçeya Xebat a Hewlêrê hatin bihîstin.

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Mûşek çend heb bûn û li sînorê navçeya Rizgarî û navçeya Xebatê ketine xwarê, ti ziyanên canî çê nebûne.”

Hêzên Dijî Teror a Kurdistanê ragihand, "6 mûşek li nêzî Zêya Badînan a navçeya Xebatê ketine xwarê."

Hêzên Dijî Teror a Kurdistanê her wiha got, "Ji ber mûşekan ti windahî û jî ziyaneke madî çênebûye. Mûşek ji nahyeya Bertileya Hemdaniye ya parêzgeha Neynewayê hatine avêtin.

Di 6ê Nîsana 2022an de jî li navçeya Xebatê 3 mûşek li nêzî taxên Kevirgosk û Zeya Mezin ketin. Medya ewlekariyê ya Iraqê gotibû, "Komeke neqanûnî, ew mûşek avêtine."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst