Serdana Parêzgarê Urmiyê bo Zanîngeha Ferhengiyan a bajêr, roja Şembiyê 30ê Nîsana 2022an. Wêne: IRNA
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Umriyê ragihand, rewşa perwerde û xwendina bilind li wê parêzgehê nebaş e û got, pêwîstiya parêzgeha Urmiyê bi 9 hezar mamosta û hêza kar a perwerdeyê heye.
Parêzgarê Urmiyê, Mihemed Sadiq Muitemidiyan şeva derbasbûyî li gel berpirsên Zanîngeha Ferhengiyan a bajarê Urmiyê civiya.
Wî ji berpirsan xwe girîngiyê bidin kêşeyên zanîngehan, ji ber ku kêmasî û kêşeyên di perwerde û zanistê de dê bibin astengî li pêş geşekirinê û dê bibin sedema efnflasiyon û bêkariyê.
Muitemidiyan got, “Parêzgeha Urmiyê di warê geşekirinê de bi tayetbet jî geşekirina warê perwerdeyê, di rêzbenda herî dawî ya Îranê de ye, û pêwîstiya wê bi 9 hezar kes hêza kar a perwerde û kultûrî heye.”
Li herdu beşên jinan û mêran a Zanîngeha Ferhengiyan a Urmiyê, 2828 xwendekar dixwînin, ku 1700 kes di beşa mêran de û 1128 kes jî di beşa jinan de mijûlî xwendinê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse