Selçuk Mizrakli: Roja wan kesên ne bi diziyê bi keda xwe diafirînîn pîroz be

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Berê yê Şaredariya Bajarê mezin a Ameda Bakurê Kurdistanê Adnan Selçuk Mizrakli 1ê Gulanê pîroz kir û got: “Roja wan kesên ne bi diziyê lê bi keda xwe diafirînîn pîroz be.”

Hevserokê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçuk Mizrakli piştî li şûna wî qeyûm hat danîn 22ê Cotmeha 2019an hatibû girtin.

Mizrakli li ser hesaba xwe ya Twîtterê derbarê 1ê Gulanê de got: “1ê Gulanê xwesteka kesên ku bi tekoşîna maf û azadiyê berxwedana demokratîk rêxistin dikin û bi keda xwe jiyana me wek keskesorê rengarenga dikin e.

Roja wan kesên ne bi diziyê bi keda xwe diafirînîn pîroz be! Roja ked û kedkarên Cîhanê pîroz be!”