1ê Gulanê ku wek Roja Cîhanî ya Karkeran hatiye diyarkirin, li Herêma Kurdistan û seranserê cîhanê bêhnvedana fermî ye. Lê Hewlêrê jî tevî meha Remezanê û keşûhewaya germ, beşek ji karkeran çaverêyî kar in û beşek jî dixebitin û karên giran dikin.
Mam Xaldî ku 54 sal e dixebite, ji Rûdawê re ragihand, “1ê Gulanê tenê navekî birqdar e. 10 kes di mala min de hene û 15 roj in bêkar im û her roj çaverêyî kar im. Em komeke karkeran e, di rojên asayî de karê me nîne, çi ji 1ê Gulanê bikim!”
Li gor belgeyên dîrokî, diyarkirina 1ê Gulanê wek rojeke taybet bi karkeran peywest e bi xwepêşandanên 4ê Gulana 1886an a karkeran ji bo kêmkirina demjimêrên karkirinê bo 8 demjimêran li Chicagoya Amerîkayê ku di wan xwepêşandanan de teqînekê rû da û hejmareke karkeran jiyana xwe ji dest dan û hejmareke din jî birîndar bûn.
Piştî xwepêşandanên karkeran li Chicago, 1889an li Parîsê kongreya navdewletî ya duyem ya Partiya Karker û Sosyalîstan hat sazkirin û di wê kongreyê de daxwaza xwepêşandanên cîhanî hat kirin di 1ê Gulana 1890an de ji bo piştevanî û bilindkirina xwepêşandanên li Chicago.
Ji sala 1991an ve 1ê Gulanê wek Roja Karkeran a Cîhanî ji aliyê kongreya navdewletî ya duyem ve hatiye destnîşankirin û salane ew roj wek Roja Cîhanî ya Karkeran tê bîranîn.
Wêne: Bilind Tahîr/Rûdaw