Mesrûr Barzanî: DAIŞ ji valahiya ewlekariya navçeyên nakok sûdê werdigre

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi ji ber êrişa DAIŞê ya şeva bor peyamek belav kir û got “DAIŞ li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku sûdê ji valahiyên ewlekariyê dibîne.”

Serokwezîrê Herema Kurdistanê  Musrûr Barzanî di derbarê êrişa DAIŞê ya li ser hêzên Pêşmerge peyamek belav kir.

Mesrûr Brazanî ji bo Peşmergeyên şehîd sersaxî xwest û got “Mixabin şeva borî di encama êrîşa terorîstên DAIŞê de bo ser Hêza Pêşmerge li Pirdê, çend Pêşmerge şehîd û birîndar bûn.  Ez sersaxiyê ji malbatên şehîdan dikim û hevbeşê xema wan im, ez hêviya başbûnê bo birîndaran dixwazim.”

Serokwezîr bal kişan ser gefên DAIŞê û dibêje “DAIŞ careke din xwe bi rêk dixe gef û metirsiyeke rasteqîneye li çend navçeyên Iraqê, bi taybetî li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku sûdê ji valahiyên ewlekariyê dibîne. Ji ber wê em tekezî li ser cîbicîkirina hevahengiya ewlekariyê di navbera Artêşa Iraqê û Hêza Pêşmerge de dikin.”

Mesrûr Brazani di berdewamiya peyama xwe de wiha raginad “Herweha berdewambûna rahênan û hevkarîkirina Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî. Bo têkşikandina yekcarî ya DAIŞê û nemana gef û metirsiyan bo ser ewlekariya Kurdistan û Iraqê bi giştî, mana wan li Iraqê bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê bi giring û pêwîst dizanin.”

Şeva borî li sînorê Pirdê û li nêzîkî gundê Qayabaşî, çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke Pêşmerge kirin û şer derket, di encamê de 3 pêşmerge şehîd ketin û 2 Pêşmerge jî birîndar bûn.