Kurê Pêşmergeyê şehîd: Min dua dikir ku bavê min di cejnê de li malê be

01-05-2021
RÛDAW
Li mala pêşmergeyên ku di êrişa DAIŞa de şehîd bûne şîn heye
Li mala pêşmergeyên ku di êrişa DAIŞa de şehîd bûne şîn heye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li mala pêşmergeyên ku di êrişa DAIŞa ya li navçeya Pirde şehîd bûne şîn heye. Kurê pêşmergeyê şehîd Îdrî Behram ê mezin Mansur dibêje: “Her roj min dua dikir ku bavê min di cejna Remezanê de li malê be.”

Şeva borî demjimêr 00:30 çekdarên DAIŞê li eniya rojavayê Kerkûkê li nêzikî gundê Qayebaşî ya li ser sînorê Pirdê ya parêzgeha Kerkûkê êrişî sengerekî Pêşmerge kir û di encamê de 3 pêşmerge şehîd bûn.

Di pevçûna ku bi qasî 45 xulekan dom kir de fermadeyê  Pêşmerge Piştevan Ziran Zirar 41 salî ligel herdu hevalên xwe yên pêşmerge Hêmin Yehya yê 35 salî  û Îdrîs Behram ê 34 salî  şehîd bûn û herwiha 2 pêşmerge jî birîndar bûn.

Hemehîd Hemin Yahya ku bi qasî 10 salan e  pêşmerge bû, bavê 4 zarokan bû.

Jina wî, Leyla Samed got, “Demek kurt berî ku ew şehîd bibe, wî bi telefonê li min geriya. Ew di rewşek baş de bû, moralê wî jî di cih de bû. Wî ji me pirsa me û dayîka xwe kir. Min got em baş in. Di heman demê de bi diya xwe re jî axivî. Lê pişt re me bihîst ku ew şehîd bûye.”

Fermander Piştivan Zirar jî 25 salan pêşmerge bû û bavê 3 zarokan bû. Ew  fermandarê yekîneya ku rastî êrîş hatî bû.

Xwişka wî Helîme Qaranî got, "Ew cara dawî  berî 3 rojan hatibû serdana me, wî destê xwe avête stûyê min û got, xwişka min, ez ê roja şemiyê  bi zarokan re bêm ba we. Lê min nizanibû ew dê here û careke din venegere.”

Îdrîs Behram ê 34 salî bi qasî 15 salan e pêşmerge bû ş bavê 5 zarokan bû.

Birayê wî, Şîxan Behram  got, “Di dema pevçûnê de min li têlefonê geriya, wî got ku endamên DAIŞê êrîş kirine. Dûv re ez çend carên din jî lê geriyam, lê bersiv neda. Ew 15 sal e pêşmerge bû .”

Kurê mezin şehîd Îdrîs,  Mansur jî got, “Min her roj dua dikir ku bavê min di cejnê de li malê be. Lê Xwedê ew bir ba xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst