Îro rêkeftina OPEC Plus tê cîbicîkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber cîbicîkirina biryara kêmkirina berhemanîna petrolê, îro nirxê petrolê bi rêjeyeke berçav bilind bû. Nirxê bermîlek petrola Brênt di bazaran de bi 27 dolar û 70 sent miamele pê hat kirin, nirxê petrola sivik a Teksasê jî bo 20 dolar û 27 sentan bilidn bû.
Belavbûna vîrusa koronayê û ragihandina qedexeya hatin û çûnê bûne sedem ku piraniya kargehan li cîhanê bêne girtin û karê balafir, otomobîl, tren û kargehên pîşesaziyê bêne rawestandin, lewma ew rewş bû sedem ku xwasteka li ser petrolê dakeve û buhayê wê jî gelek kêm bibe.
Lewma welatên berhemhênerên petrolê li ser wê yekê rêkeftin ku rêjeya berhemanîna petrolê kêm bikin, daku hevsengiyek çê bibe û buhayê zêrê reş hinekî bilindtir bibe.
Piştî civînekê, welatên endamê OPEC û yên li derveyê wê saziyê li hev kirin, ku ji bo bilindkirina nirxê petrolê, nêzîkî 10 milyon bermîlan ji berhemanîna xwe ya rojane kêm bikin.
Îro nirxê petrolê bi rêjeyeke berçav bilind bû û rewşa duh û bilindbûna buhayê wê dom kir. Bo corekê ku her bermîleke petrola Brent di dema vekirina bazaran de bi 27 dolar û 70 sentan kirîn û firotin pê hat kirin, herwiha buhayê her bermîleke petrola Teksasê jî bo 20 dolar û 27 sentan bilind bû.
Li gor rêkeftina OPEC Plus, berhemhênerên petrolê di mehên Gulan û Hezîranê de rojane 9 milyon û 700 hezar bermîlan ji berhemanîna xwe kêm dikin. Di nîva duyem a îsal de ev kêmkirin dê heta 8 milyon bermîlan di rojekê de berdewam be.
Qunaxa sêyem a rêkeftinê jî di destpêka sala 2021 de destpê dike û heta Nîsana 2022an berdewam dibe. Di vê qonaxê de welatên OPEC Plus rojane dê bi qasî 6 milyon bermîlan berhemanîna xwe ya petrolê kêm bikin.
Li gor rêkeftinê pêwîst e Iraqê jî asta berhemanîna rojane ya petrola xwe bo 3 milyon û 658 hezar bermîlan kêm bike. Di Adarê de Iraq û Herêma Kurdistanê bi hev re 4 milyon û 650 hezar bermîlên petrolê berhem anîne. Herêma Kurdistanê di heman mehê de 490 hezar bermîlên petrolê hinardeyî derve kiriye, ku li gor pişka xwe divê %28ê wê berhemanînê ku dike rojane 111 hezar û 700 bermîl, kêm bike.
Herêma Kurdistanê jî pêştir ragihandibû, dê pabendî her rekeftineke navdewltî bo kêmkirina berhemanîna petrolê be.
Rêkeftina OPEC Plus û welatên din ji bo hevsengkirina nirxê petrolê di demekê de ye, ku daxwaz li ser petrolê li cîhanê rojane bi qasî 30 milyon bermîlan kêm bûye, wate niha pêwîstiya cîhanê bi % 70 ya wê petrolê heye ku sala 2019an li cîhanê dihat berhemanîn.
Tevî ku îro yekem roja cîbicîkirina rêkeftina OPEC Plus e, lê belê berhemhênerên petrolê nikarin rasterast ew rêjeya ku ji wan re hatiye diyarkirin, kêm bikin, belku divê heta du mehên din vî karî bikin. Lê hinek welat ên wek Kuweyt û Cezayîr pêştir ragihandine, ku ew dixwazin zûtir ji dema cîbicîkirina rêkeftinê asta berhemanîna petrolê kêm bikin yan jî zêdetir ji pişka xwe berhemanîna xwe ya petrolê kêm bikin.