Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe bo maf û daxwazên karkeran ragihand

01-05-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Nêçîrvan Barzanî Karker Roja Cîhanî ya Karkeran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta Roja Cîhanî ya Karkeran peyamek belav kir û ragihand, “karkerên Kurdistanê baskên newestiyayî û çalak in û roleke wan a avaker û xuya di avedankirina welat de heye” ku hertim cihê rêz û pêzanînê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di vê peyama xwe de pîrozbahiyên li karkerên Kurdistanê, Iraqê û tevahiya cîhanê dike û dibêje: “Bi helkefta salvegera 1ê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran, germtirîn pîrozbahiyê li karkerên Kurdistan û sendîka û rêxistinên wan, herwiha pîrozbahiyê li hemû karkerên Iraq û cîhanê bi giştî dikim.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha piştgiriya xwe bo maf û daxwazên karkeran nîşan dide û diyar dike: “Bi tevahî tekezî li ser piştevaniya xwe bo maf û daxwazên wan ên yasayî û sendîkayî yên wan, debareke hêja û şert û mercên baş ji bo karkirina karkeran û dabînkirina refahiyetê bo wê texa zehmetkêş û tevahiya xelkê Kurdistanê dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha hêvî dike, ku Herêma Kurdistanê û cîhan ji qeyrana koronayê û kêşeyên ji encama webaya Koronayê rizgar bibin. Nêçîrvan Barzanî wiha dibêje: “Hêvîdar in welatê me û cîhan herî zû ji qeyran û kêşeyên ji encama şewba Koronayê derbas bibin ku mixabin bandoreke xirap li ser rewşa jiyana me hemûyan û bi taybetî karkeran û rêncberan çê kiriye, bi wê hêviyê ku sala bihê em di rewşeke baştir de vê salvegerê bi bîr bînin.”

Îro 1ê Gulanê roja cîhanî ya karkeran e û li seranserê cîhanê û Kurdistanê jî di demekê de pêşwazî li vê roja taybet tê kirin, ku cîhan di şerê rûbirûbûna vîrusa nû ya koronayê COVID-19 de ye, ku heta niha zêdetirî 260 hezar kes li cîhanê bi sedema vê vîrusê canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst