Li Koyê ciwanekî di dema kar de canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li qezaya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve, di Roja Cîhanî ya Karkeran de, karkerekî di dema karkirinê de canê xwe ji dest da.

 

Rêveberê Polîsên Koyê Emîd Elî ragihand ku demjimêr 10ê îro 1ê Gulanê ciwanekî temen 25 salî di dema karkirina ligel bavê xwe de dîwarekî kevin bi ser de ketiye û canê xwe ji dest daye.

 

Rêveberê Polîsên Koyê herwiha da zanîn ku tîmên wan yekser gehiştine cihê bûyerê û derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.

 

Emîd Elî diyar kir: "Heta niha doz nehatiye tomarkirin.