Konsulê Giştî yê Japonyayê: Ez ji muzîk û çanda Kurdî gelek hez dikim

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulê Giştî yê Japonyayê yê li Hewlêrê Katsumi Moriyasu diyar kir ku ji muzîk û çanda Kurdistanê gelek hez dike.

 

Katsumi Moriyasu ji Rûdawê re behsa nêrîna xwe ya di nav du salên peywira xwe de kir û li ser çanda Kurdan got: “Kurdistan ji aliyê çandê ve herêmeke pir dewlemend e. Ez ji muzîk, govend û dîlana wan gelek hez dikim. Ez hêvî dikim ku ji aliyê kultûrê ve li herdu aliyan pêşve biçin.”

 

Moriyasu destnîşan kir ku li deverên cuda yên Kurdistanê geriyaye û got: “Em çûn Duhok û Helebceyê, derfeta me çêbû ku em li wan deran bigerin. Min gelek ji Dûkanê hez kir, birastî hewayeke wê ya ku aramî dide mirov heye.”

 

Konsulê Giştî yê Japonyayê ku ji ber peywira xwe, bû du sal li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ye, li her derê eşkere dike ku gelek ji ziman û çanda Kurdî hez dike.

 

 

Katsumi Moriyasu ku di nav du salan de fêrî zimanê Kurdî bûye, berî niha jî di rojên taybet ên Kurdan de bi cilûbergên Kurdî bala xelkê kişandibû ser xwe.

 

Moriyasu diyar dike ku Kurdistan herêmeke ewle ye û dibêje: “Ji bo ku kompaniyên Japon li Herêma Kurdistanê veberhênan bikin û ji bo ku pêşiya danûstandinên bazirganiyê vekin, em behsa rewşa vê derê dikin.  Em diyar dikin ku li vê derê pirsgirêka ewlehiyê tine ye. Çiqas ji destê me were, em bi hemû hûrgiliyan, ji welatiyên me yên Japon re derbarê Kurdistan û Iraqê de zanyariyan didin.”