Hakim Goran ji bo "serxwebûna Kurdistanê" canê xwe ji dest da

01-05-2019
RÛDAW
Hakim Goran, wêne: Rûdaw TV
Hakim Goran, wêne: Rûdaw TV
Nîşan Kurdistan Kurd Hakim Goran Xwekujî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Welatiyê bi navê Hakim Goran ku duh bi şev di weşana zindî ya Facebbokê de afîşek bi dirûşmên "yekrêzî, çaksazî û serxwebûn" danîbû paş xwe û gulle berdabû xwe û hewla xwekuştinê dabû, îro li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

 

Ji Nexweşxaneya Akrê, pizîşkê bi nabê Hewar Mihemed di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, “Hakim Goran îro Çarşemî serê sibê saet 09:00 bi sedema ku gelek xwîn jê çûbû û rewşa wî ya tendirustiyê nebaş bû, koça dawiyê kir.”

 

Dr. Hewar Mihemed got: “Niha termê Hakim Goran li Pizîşkiya Dadê ya Akrê ye û paşê radestî kesûkarên wî tê kirin.”

 

Şeva bihorî 30ê Nîsana 2019 Hakim Goran di weşana zindî ya Facebookê de bi çeka Klaşînkofê gulle berda xwe û bi giranî birîndar bû. Piştî bûyerê, Hakim Goran bo nexweşxaneyê hate veguhastin û li Akrê di bin çavêdriya pizîşkan de bû, lê îro serê sibê ji ber giraniya birînên xwe koça dawiyê kir.

 

Hakim Goran di weşana zindî ya Facebookê de afîşek danîbû paş xwe û bi tîpên mezin li ser nivîsandibû "yekrêzî, çaksazî û serxwebûn".

 

Dema ku dixwaze teqe li xwe bike, dengê çend kesên derdora wî tê, bangî wî dikin ku xwe nekuje, lê Hakim Goran gefê li wan dixwe û dibêje "kî nêzîkî min bibe, ez dê gulle berdim wî".

 

Berî gulleberdanê Hakim Goran dibêje: “Ez destê rayedaran maç dikim ji bo ku yekrêz bin.

 

 

Hakim Goran xwediyê nasnameya Hollandayê bû û di dema referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de, ji bo piştgiriya referandum û serxwebûnê vegeriyabû Kurdistanê.

 

Ew welatiyê Kurd ku navê wî yê rast Subhî Ebdullah e û di nav xelkê de weke Hakim Goran dihate naskirin, di dema referanduma serxwebûna Kurdistanê de çûbû ser çiya û gotibû ku heta serxwebûn neyê ragihandin nayê xwarê, bi vî karê xwe jî li nav xelkê navdar bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst