Qubad Talebanî hez dike di kabîneya nû de "Arya Stark" bibe wezîr

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî hêvî dike ku jineke weke Arya Stark ku pehwelaneka xeyalî ya Hollywoodê ye, di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe wezîr.

 

Qubad Talebanî di peyamekê de ku li ser hesabê xwe yê twitterê belav kiriye, hêviya xwe tîne ziman ku di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jineke weke Arya Stark bibe wezîr.

 

Arya Stark yek ji pehlewanên herî navdar ên fîla A Game of Thronoes e ku fîlmeke gelek bi nav û deng a Hollywoodê ye. Arya Stark di vê fîlmê de kesatiya wê weke kuran e, xwedî kesatiyeke aloz e û kêşeyan çê dike, serbixwe ye û daxwazên wê ne weke daxwazên kevneşopî yên jinên din e, lewma gelek caran xelk tûşî şaşiyê dibin û nizanin ku ew keç e.