PAK û PSKê 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz kirin

Navenda Nûçeyan – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) her yekê bi daxuyaniyekê nivîskî 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz kirin.

 

Îro Roja Cîhanî ya Karkeran e û li piraniya welatên cîhanê bi çalakiyên curbicur tê pîrozkirin.

 

PAK û PSKê jî bi helkefta1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran roja karkerên, Kurdistanê û tevahiya cîhanê pîroz kirin.

 

Di daxuyaniya PAKê de wiha hate gotin: “Kedkarên Bakurê Kurdistanê, îsal jî ji mafên xwe yên bingehîn ên aborî, civakî, neteweyî û demokratîk bêpar, pêşwaziya 1ê Gulanê dikin. Karker, kedkar û karmendên Kurd û Kurdistanê têkoşîna xwe ya ji bo azadî û serdestîya miletê xwe, welatê xwe û têkoşîna ji bo azadî, demokrasî, jiyaneke bi rûmet û edaleta civakî bi hev re dimeşîne. Ji ber vê yekê, 1ê Gulanê ji bo karker, kedkar û karmendên Kurd û Kurdistanê maneyeke xwe ya hîn firehtir û kûrtir heye.”


PAK dibêje em di 1ê Gulanê de dengê xwe bilind bikin û bêjin: “Ji şer re, ji Rewşa Awarte re na; ji çareserîya siyasî û ji azadîya Kurdistanê re erê.”


Di berdwamiya daxuyaniyê de tê gotin: “Bi hêviya ku, li ser axa welatê xwe, li ser bingehê azadî û edaleta civakî miletê Kurd û civaka Kurdistanê bikaribe xwe bi xwe bi awayekî azad îdare bike, Partiya Azadiya Kurdistanê 1ê Gulana hemû karker, kedkar û karmendên Kurd û Kurdistanê û dinyayê pîroz dike.”





PSKê jî di daxuyaniya xwe de dibêje: “Soz didin heya bidestxistina mafên xwe û guhartina sîstema dagirkerî û bêdadwerî û ne wekheviyê kar û xebatê bikin, piştgirî hevdu bin.


PSKê wiha banga gelê Kurdistana dike: “Li kuderê dibî bila be, sibê ligel zahmetkêşen dinê derkeve meydanan, dijî zilm û zordariya neteweyî derkeve û daxwaz ji zahmetkêşen dinyayê bike, ku piştgiriya xebata netewî û demokratîka gelê Kurdistanê bikin.


Ji hêzên welatparêzên Kurdistanê bixwaze, ku bi gor naveroka 1ê Gulanê, yêkîtî û hevkariya xwe pêkbinin û bona azadiya welat û bextewariya gel pêkve kar û xebatê bikin. Daxwaz bike, proseya hilbijartinên 24ê Heziranê bibe bingehek bona yêkxistina hêzên azadîxwaz û demokratik û guhertinxwaz, daku pêşiya kar û kiryarên dij-demokratik û dij mirovî û dij Kurdî bê girtin.”


PSKê bal dikişîne ser rewşa Kurdan û dibêje: “Herwekî dizanin ewrên rêş û tarî dîsa bi ser welatê me girtiye. Greva rewa ya zahmetkêşan têne qedexekirin. Rewşa Awarte û di gelek navçeyên welatê me derketina kolanan û çûyina zozanan qedexe ye. Pêşiya bi kar anina mafên demokratik ên sinorkirî têne girtin. Bi hezaran ronakbîr, mamoste, rojnamevan û nivîskar hatine girtin, gelek televizyon, kovar, rojname û sazî hatine daxistin. Militarize kirina Kurdistana Bakûr û operasyona leşkerî berdewam e û roj bi roj pirtir dibe. Efrin hatiye dagir kirin û hikumeta AK Partî gefa dagirkirina beşên din yên Kurdistana Başurêrojava, Qendil û Şengalê dixwe.”

 

Roja cîhanî ya karkeran ji sala 1886an ve li seranserê cîhanê weke roja cîhanî ya karkeran tê naskirin û di vê rojê de karker hewldidin bala raya giştî û desthilatên wan welatan bikşînin ser rewşa ku tê de kar dikin.