Hewlêr (Rûdaw) – Ji bilî Bereya Tirkmenî ya Iraqê, ti partyeke Tirkmenan li bajarên Herêma Kurdistanê beşdarî hilbijartinan nabin. Lê Tirkmen dixwazin di hilbijartinên vê carê de ji wan re jî ji bo parlamenteriya Iraqê koteyek were destnîşankirin.
6 partî û komeleyên Tirkmenan ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê piştgiriya xwe ji bo Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihandin. Wan aliyan biryar dabûn, ku ku eger lîsteyeke Kurdistanî yan jî Tirkmemî ya hevbeş nebe dê beşdarê hilbijartinan nebin.
Di vê derbarê de Serokê Partiya Geşedana Tirkmen Mihemed Îlhanlî ji Rûdawê re ragihand: “Ji bo dengên Tirkmenan vala neçe û ji bo sûda dengên me hebe em ê dengên xwe bidin wan namzedên Tirkmen ên di nava lîsteya PDKê yan jî lîsteyeke din ên Kurdistanê.”
Di van hilbijartinan de Partiya Çaksazî ya Tirkmen, Partiya Geşedana Tirkmen, Partiya Rizgariya Neteweyî ya Tirkmen, Partiya Demokrata Tirkmen, Komeleya Rewşenbîrî ya Tirkmen û Komeleya Lîberal a Tirkmen biryar dane piştgirî bidin lîsteya PDKê.
Tirkmenên Hewlêrê xwe wek nîştecihê resen ên vî bajarî dibînin û di navbera 40 heta 50 hezar dengên wan hene.
Parlamentera Tirkmen a Parlamentoya Kurdistanê Mûna Qahwecî dibêje, ew dixwazin di nava lîsteya PDKê de namzedeke Tirkmen bibe nûnerê wan.
Ji ber nebûna kursiya kota û herwiha dengên pêwîst ji bo derxistina parlamenterekî, Tirkmenên Herêma Kurdistanê dixwazin her weke Xiristiyanan ji bo wan jî kotayek were destnîşankirin.
Parlamenterê Tirkmen ê Parlamentoya Kurdistanê Mele Mecîd jî got: “Ji ber nebûna kota em nikarin parlamenter an jî nûnerekî derbixin. Herwiha ji bo derxistina parlamenterekî gelek deng pêwîst e ku ev hinde dengên Tirkmenan nîne. Ji ber vê em beşdar jî bibin nîvê dengên me ji partiyên din re diçe.”
Ji bo vê hilbijartinê li Herêma Kurdistanê 10 berbijêrên Tirkmen pêşbirkê dikin. Ji wan namzedek ê PDKê ye, 5 namzed ên Bereya Tirkmemî û 4 berbijêr jî yên Lîsteya Nesr a Heyder Ebadî ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse