Dillon: Operasyonên leşkerî bidawî hatin

01-05-2018
RÛDAW
Nîşan Ryan Dillon Hevpeymaniya Navdewletî DAIŞ Operasyon
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Ryan Dillon got li Iraqê operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî yên dijî DAIŞê bidawî bûne.

 

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Ryan Dillon li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku li Iraqê operasyona mezin a leşkerî ya dijî DAIŞê bidawî hat.


Ryan Dillon diyar kir ku li Iraqê erka taybet a hevpeymaniya gihîşte qonaxeke nû lê armanca wan her heman tişt e.


Hêza Erkdara Hevbêş a Operasyonên bi Biryarên Xwezayî jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan ê  bejayî yên li baregeha Bexdadê bi merasimeke fermî diyar kiribûn ku çalakiyên xwe bidawî anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst