AMÊDÎ - Xortek bi kuştî hat dîtin

Amêdî (Rûdaw) – Li navçeya Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê ve termê xortekî hat dîtin û hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînan kirin.

 

Li gorî zanyariyan, îro duşembî 1ê Gulana 2017ê termê xortekî li gundê Bêbadê ya Rojhilat a girêdayî navçeya Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê ve hat dîtin.

 

Hêzên polîs û Asayişa Amêdiyê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînan kirine.

 

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, termê wî xortî êvariya îro saet 16:00 hat dîtin, ku cihê çend gulleyan li ser bedena wî tê dîtin.

 

Peyamnêrê me got, piştî ku ew xort hatiye kuştin, termê wî li nêzîkî gundê Bêbadê ya ser bi Amêdiyê ve hatiye firedan.


Derbarê nasnameya kesê kuştî de jî polîs hêj ti zanyarî belav nekiriye.

 

Çavkaniyekî ji Asayişa Amêdiyê ve jî ji Rûdawê re da xuyakirin, ew xort ji alliyê çend kesan ve di nav otomobîlekê de hatiye kuştin û paşê termê wî avêtine.

 

Hêzên ewlehiyê yên navçeya Amêdiyê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine û li dûv kesê kujer digerin.