Navên Kurdî di nasnameyan de qedexe ne

Amed (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha bikaranîna navên kurdî di nasnameyan de qedexe ye.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hê jî di nasnameyê de bikaranîna navên kurdî qedexe ye. Malbat nikarin navên ku tê de tîpên Ê, Î, Û, Q,W û X tê de cih digrin li zarokên xwe bikin. Ji ber vê yekê zarokên kurd li malê bi navê kurdî û li dibistanê jî bi navekî din re rû bi rû dimînin.

Li gorî gotina hikûmeta Tirkiyeyê navên kurdî li Tirkiyeyê serbest in. Lê nasnameyên zarokan wisa nabêjin. Ji ber ku qanûnên Tirkiyeyê rê nadin tîpên x,w,ê,î, û, q, bi dehan navên kurdî weke peyveke bê watê di nasnameya zarokan de cih digre.

Êvar jî di nasnameya xwe de xwediyê naveke bê wateye. Lewre ji ber ku "ê" qedexeye navê wê di nasnameyê de "Evar" hatiye nivîsandin.

Navên ku di nasnameyê de xelet hatine nivîsandin, psîkolojiya zarokan jî têk dibe. Weke Axîn...Axîna malê di dibistanê de dibe "Ağîn".

Her çiqas li gorî malbatan xeletiya navan pirsgirêkeke mezin be jî, rêveberên AK Partîyê wisa nabînin. Ew dibêjin, ha Bawer, ha Baver. Tenê di telaffuzê de ferq heye.

Li gorî gorî qanûna nifûsê ya Tirkiyeyê tîpên kurdî li dijî orf, adet û rêzimana Tirkî ne. Rêzimanê tirkî ji 29 tîpan pêk tê û tê dê 6 tîpên kurdî tune ne.