Di navbera Nêçîrvan Barzanî û Malikî de peyman hat îmzekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî, rêkeftinnameya di navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Iraqê de îmzekir.
 
01.05.2013an danê piştî nîvro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzan ew rêkeftinnameya ku berî 2 rojan li gel Nûrî Malikî Serokwezîrê Iraqê li ser rêkeftibûn, îmze kir.
 
Li gor naveroka rêkeftinnameyê, Hikumeta Iraqê ji bo ku niyeta xwe a baş bo cîbicîkirina rêkeftinê nîşanbide, wê kesûkarên Şehîdên Kurdistanê û Enfalkiriyan û herwiha xêzana wan penaberan qerbûbike ku ji ber şeran ji Başûrê Kurdistanê berê xwe dabûn Iranê.
 
Di beşeke din a Rêkeftinê de hatiye, ku wê komîteyeke Ewlekariyê a hevbeş li navçeyên veqetiyayî were pêkanîn û bi vê yekê jî rola Fermandeya Operasyonên Dîcle li wan navçeyan namîne.
 
Nêçîrvan Barzanî wê paş demek kin, kongreyeke rojnamevanî sazbike û têde agahyên zêdetir derbarê rêkeftinnameyê ragehîne.
 
Li gor agahiyên Rûdawê, paş îmzekirina rêkeftinnameyê, wê di heyamê 10 rojan de, Nûrî Malikî seredana Herêma Kurdistanê bike.