QERS - Îsal 25 hezar kesî muzexaneya penêr ziyaret kiriye

01-04-2025
RÛDAW
Maketên nav muzexaneyê/Wêne: AA
Maketên nav muzexaneyê/Wêne: AA
Nîşan Qers Muzexaneya Penêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal 25 hezar kesî muzexaneya penêr a li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ziyaret kiriye.

Qerse ji bo Tirkiye û Bakurê Kurdistanê navendeke girîng a berhemanîna penêr e.

Di muzexaneyê de hemû pêvajoya çêkirina penêrên cur bi cur bi maket û peykeran li ber çavan hatiye raxistin.

"Muzexaneya herî mezin a penêr e"

Birêvebira Muzexaneyê Yeşim Koçê li ser muzexaneya wiha got:

"Muzexaneya me sala 2022yan ji serdanan re hat vekirin.

Li Tirkiyeyê tekane muzexaneya penêr e û li ser asta cîhanê jî muzexaneya herî mezin a penêr e.

Niha jî eleqeyeke zêde heye û ev der roniya çavê me ye.”

Di nav muzexaneyê de amûrên kevin ên cur bi cur ên çêkirina penêr û jiyana ajeldarî û zozanan jî tê pêşkêşkirin.

Di 3 mehan de 25 çûn serdana muzexaneyê

Di 3 mehên destpêkê yên sala 2025an ji 25 hezarî zêdetir kesan çûne serdana muzexaneyê.

Yeşîm Koçê got, "Di nav muzexaneyê de ji bilî maket û peykeran gelek amûr jî hene.

Bi taybetî mîkserên têl ên ji bo penêrên gravyer û kaşar têne bikaranîn hene.

Navê wan harbî ye, li beşa gravyerê harbî jî hene.”

Qers navendeke girîng a ajeldariyê ye û debara serekî ya welatiyan ajeldarî û berhemên şîr e.

Li gorî amarên Saziya Çandinî û Daristanê ya Qersê yên 2024an, li Qersê 604 hezar û 296 ajelên mezin û 705 hezar û 626 ajelên biçûk hene.

Li Qersê salane zêdeyî 600 hezar ton şîr û 15 hezar ton penêrên kaşar tên berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst