Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Kanadayê bi fermî nivîsgeha balyozxaneya welatê xwe ya li Hewlêrê girt.
Alîkara Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Kanadayê Sandra McCardellê di daxuyaniyekê de girtina nivîsgeha balyozxaneya Kanadayê ya li Herêma Kurdistanê piştî 9 salan ragihand.
Sandra McCardellê got, "Ew nivîsgeha ku ji sala 2014an ve hatiye damezirandin, bûye pireke girîng di navbera Herêma Kurdistana Îraqê û Kanadayê de û xurtkirina pêwendiyan û hevkarîkirina xelkê herêmê bi rêya alîkariyên mirovî û hevahengiyê."
Her wiha Sandra McCardellê di beşeke din a peyama xwe de got:
"Di serdema yek ji demên tarî yên welat de, Herêma Kurdistanê bû navendeke girîng ji bo hewlên mirovî û nivîsgeha me jî roleke çalak di helwesta Kanadayê di wê serdemê de lîst."
Sandra McCardell wiha pê de çû, "Îro gava ku em xwe amade dikin ji bo girtina nivîsgehê, rewş guheriye, DAIŞ ji aliyê herêmî ve têkçûye û gelek ji koçberên navxweyî yên welat vegeriyane herêmên xwe û Îraq jî gavên girîng ber bi aramiyê ve avêtine.
Em pesnê rola Herêma Kurdistanê didin di dabînkirina cihekî aram ji bo koçberan û ew berdewam e di dabînkirina wan de, di demekê ku hin astengî hîn jî mane.
Lê niha Îraq di cihekî baştir de ye ji bo darêtina nexşerêya paşeroja xwe û Herêma Kurdistanê jî berdewam be ku bibe modela xweragirî û lêbihurînê ji bo hemû welat."
Kanada balyozxaneya xwe li Bexdayê heye û nivîsgeha balyozxaneya xwe jî di sala 2014an de û tevî êrişên DAIŞê yên li ser Herêma Kurdistanê vekir, bi mebesta hevkarîkirina Herêma Kurdistanê û dabînkirina alîkariyên leşkerî ji bo hêza Pêşmergeyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse