DEM Partî li Bedlîsê amadekariya îtirazê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Ji sedî 99ê dengên Hilbijartinên Herêmî yên 31ê Adarê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin hejmartin.

DEM Partiya ku li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê li pêş e, li Bedlîsê bi 198 dengan têk çû.

Parlamenterê Bedlîsê yê DEM Partiyê Huseyîn Olan diyar kir ku ew dê li dijî zêdetirî hezar dengên ku li navenda bajêr hatin betalkirin îtiraz bikin û got:

“Em dê îradeya gel di destê hişmendiya qeyûm û talanker de bernedin.”

Li gorî encamên nefermî li navenda Bedlîsê AK Partiyê 8 hezar û 900 deng û Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) jî 8 hezar û 702 deng bi dest xistine.

2 hezar û 18 dengên ku ji sindoqan derketin hatin betalkirin.

DEM Partî xwe amade dike ku îtirazê li dengên ku hatine betalkirin bike.

Li gorî nûçeya MAyê Parlamenterê Bedlîsê yê DEM Partiyê Huseyîn Olan daxuyaniyek da û diyar kir ku piraniya dengên betalkirî yên partiya wan e.

Parlamenterê Bedlîsê yê DEM Partiyê Huseyîn Olan got:

“Em dê bi parêzerên xwe re îtîrazê bikin. Herwiha li gelek cihan dengên me ji Partiya Demokrat (DP) re hatin nivîsandin.

Dengên me yên derbasdar betal kirin. Em dê îradeya gelê Bedlîsê di destê hişmendiya qeyûm û talanker a AKPyê de bernedin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmartina dengan berdewam dike.

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) heta niha encamên fermî ranegihandine.