DEM Partiyê çend şaredarî bi dest xistin?
Hewlêr (Rûdaw) – Piştî eşkerebûna encamên destpêkê şaredariyên ku partiyan bi dest xistin hêdî hêdî diyar dibin.
DEM Partiya ku li gelek navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê bi namzedên xwe tevlî hilbijartinên şaredariyan bû li 3 bajarên mezin û 7 bajaran bi ser ket.
DEM Partiyê herwiha şaredariyên 58 navçe û 8 bajarokan jî bi dest xistin.
Şaredariyên ku DEM Partiyê bi dest xistine:
Bajarê Mezin:
Amed, Mêrdîn, Wan
Bajar:
Agirî, Êlih, Colemêrg, Îdir, Mûş, Sêrt, Dêrsim
Navçe:
Giyadîn, Bazîd, Avkevir, Tetwan, Rezan, Bismil, Çinar, Pîran, Erxenî, Hênê, Peyas, Karaz, Pasûr, Licê, Farqîn, Sûr, Yenîşehîr, Dep, Bêraqdar, Tatos, Gever, Dîgor, Kaxizman, Artûklû, Kerboran, Dêrik, Qoser, Şemrex, Nisêbîn, Akdenîz, Kop, Melezgir, Gimgim, Bêrecûk, Hewag, Serêkaniyê, Xelfetî, Curnê Reş, Sirûc, Wêranşar, Misirc, Cizîr, Hezex, Silopya, Miks, Elbak, Ebex, Şax, Artemêt, Erdîş, Westan, Payîzava, Rêya Armûşê, Bêgirî, Qerqelî, Serê, Tuşba
Bajarok:
Bûlam, Pirxûs, Pazarcix, Leter, Altinova, Hawêl, Sirtkoy, Gundikê Melî
Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) heta niha encamên fermî ranegihandine.