Balyozê Îranê: Dê bi awayekî bilez û rasterast bersiva Îsraîlê were dayîn

01-04-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Sûriye Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Îranê yê Şamê Huseyîn Ekberî ragihand ku welatê wî dê bi awayekî "bilez, rasterast û bihêz" bersiva êrişa asîmanî ya Îsraîlê ya li ser avahiya Konsulxaneya Îranê ya li Şamê bide.

Balyozê Îranê yê Şamê Huseyîn Ekberî diyar kir, avahiya konsulxaneyê ya li baregeha Balyozxaneya Îranê ya Şamê bû armanca 6 mûşekên balafirên şer.

Huseyîn Ekberî da zanîn ku di êrişê de herî kêm 5 kes hatin kuştin ku di nav wan de dîplomat û şêwirmendên leşkerî jî hene.

Ekberî herwiha diyar kir, hejmara teqez a kuştiyan dê piştî rakirina kavilan bê eşkerekirin.

Balyozê Îranî di hemam demê got, “Îran dê bi awayekî bilez, rasterast û bihêz bersiva êrîşa Îsraîlê bide.”

Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê bi hevtayê xwe yê Îranî re axivî

Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel el-Miqdad, Balyozxaneya Îranê ya li Şamê ya rastî êrişê hat ziyaret kir.

Feysel el-Miqdad bi têlefonê li Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdulahiyan geriya.

Feysel el-Miqdad li wir daxuyanî da çapemeniyê û wiha got:

"Em bi awayekî tund vê êrişa terorê şermezar dikin ku bû sedema mirina bêgunehan.

Sûriye dê bi berdewamî xwe bide kêleka Îranê.

Ev êrişa Îsraîlê, remzeke serneketina wê ya sefîl a di wî şerî de ye ku li Xezeyê li dijî gelê Filistînê dimeşîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst