Artêşa Sûriyeyê bacê ji xelkê Şêx Meqsûdê distîne

01-04-2024
RÛDAW
Nîşan Heleb Şêx Meqsûd Eşrefiye Bac
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xalên leşkerî yên hikûmeta Sûriyeyê, li Helebê bacê ji şêniyên du taxên Kurdan ên bajêr distînin.

Li gorî agahiyên ji Taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê hatine bidestxistin, xalên leşkerî yên hikûmeta Sûriyeyê yên ku dikevin ser rêyên her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bacê ji xelkê distînin.

Xelkê her du taxên navborî, dema xwarin, vexwarinê û amûrên elektrîkê dibin neçar in li xalên leşkerî yên hikûmeta Sûriyeyê bacê bidin.

Ji her barhilgireke hêkan 100 hezar lîreyên Sûrî tên standin.

Ji barhilgira biçûk a keskayiyê jî 25 hezar lîreyên Sûrî tên standin.

Ji barhilgira pêwîstiyên xwarinê jî 250 hezar lîre û ji her amûreke elektrîkê jî 100 hezar lîre tên standin.

Herwiha ji kartoneke çixareyan jî 10 dolarên Amerîkî tên standin.

Ev çend sal in rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê hîn jî baş nebûye.

Rewşa li wê derê her ku çûye xerabtir bûye, hikûmeta Sûriyeyê dorpêça xwe dijwartir kiriye û ti hal di xelkê de nemaye.

Ji 20ê Tebaxa 2020î ve, hêzên Firqeya Çarem a Artêşa Sûriyeyê, dorpêçeke tund daniye ser her du taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst