DEM Partiyê Wan û hemû navçeyên wê standin

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî encamên nefermî, DEM Partî li Wan û hemû navçeyên wê yekem e.

Doh li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê bû partiya yekem.

Li gorî encamên ku hatine ragihandin, DEM Partî li parêzgehên Êlih, Amed, Mêrdîn, Wan, Agirî, Colemêrg, Sêrt, Îdir, Mûş û Dêrsimê bû partiya yekem.

DEM Partiyê xeyn ji wan şaredariyên 65 navçe û 7 bajarokan jî standin.

Lê li Wanê tiştekî taybet rû da û DEM Partiyê hemû şaredarî (14 şaredarî) standin.

Li gorî amarên AAyê li Wan û navçeyên wê rewş wiha ye:

ŞAREDARIYA BAJARÊ MEZIN A WANÊ

DEM Partî: Ji sedî 55,48

AK Partî: Ji sedî 27,15

MIKS

DEM Partî: Ji sedî 21,4

AK Partî: Ji sedî 21,07

ELBAK

DEM Partî: Ji sedî 58,96

AK Partî: Ji sedî 32,97

BAZÎDAXA

DEM Partî: Ji sedî 47,72

AK Partî: Ji sedî 34,15

ŞAX

DEM Partî: Ji sedî 57,89

AK Partî: Ji sedî 27,07

ARTEMÊT

DEM Partî: Ji sedî 59,12

AK Partî: Ji sedî 25,51

ERDÎŞ

DEM Partî: Ji sedî 50,82

AK Partî: Ji sedî 41,25

WESTAN

DEM Partî: Ji sedî 45,45

AK Partî: Ji sedî 32,99

XAWESOR

DEM Partî: Ji sedî 48,01

AK Partî: Ji sedî 28,52

ÎPEKYOLU (NAVÇEYA NAVENDA WANÊ YE)

DEM Partî: Ji sedî 58,16

AK Partî: Ji sedî 24,04

BERGIRÎ

DEM Partî: Ji sedî 46,24

AK Partî: Ji sedî 39,27

QELQELÎ

DEM Partî: Ji sedî 71,5

AK Partî: Ji sedî 18,68

MEHMÛDÎ

DEM Partî: Ji sedî 51,16

CHP: Ji sedî 28,29

TUŞBA (NAVÇEYA NAVENDA WANÊ YE)

DEM Partî: Ji sedî 55,52

AK Partî: Ji sedî 27,15

Piştî vê serkeftina dirokî xelk li navenda Wanê û li navçeyên wê daket kolanan û ev serkeftin bi coşeke mezin pîroz kir.