Li Efrînê çekdaran li welatiyekî Kurd dan û pereyên wî dizîn

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Feyleq el Şam ên opozisyona Sûriyê ku girêdayî Tirkiyê ne, li herêma Efrînê ketine mala welatiyekî Kurd û li wî û hevjîna wî xistine û pereyên wan dizîne.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov- Efrîn Îbrahîm Şêxo, ji Rûdawê re eşkere kir ku roja 27ê Adarê, 3 çekdarên Feyleq el-Şam li gundê Îska yê ser bi Şêrawa ve ketine mala welatiyê kurd Yehya Şukrî Hemo û bi tundî li wî û hevjîna wî Siltan Birko dane û pere û telefonên wan birine.

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku kurê malbatê, 300 dolar ji Libnanê ji dê û bavê xwe re şandibû û çekdarên Feyleq el-Şam ji bo diziya wan pereyan ketine malê.

Şêxo got, niha Yehiya Şikrî ji ber wê lêdan û îşkenceyê di nava nivînan de ye û destê hevjîna wî jî bi lêdanê hatiye şikandin.