Fuat Onen: Laşê HDPê Kurd e, lê serê wê Tirk e

01-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Fuad Onen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar û nivîskarê Kurd ê Bakurê Kurdistanê Fuad Onen ragihand ku “laşê HDPê Kurd e, lê serê wê Ttirk e. Jixwe nakokiya esasî di vir de ye. Dengê 6 milyon Kurdan distînin, lê siyaseta Tirkiyêbûnê dimeşînin. Wek mînak ez dibêjim; ji 67 parlamenterên HDPê tenê 26 Kurd in.”

Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Fuat Onen beşdarî bultena Rûdawê bû û hilbijartinên 14ê Gulanê yên li Tirkiyeyê û helwesta HDPê ya ji bo hilbijartinê nirxand.

Fuad Onen got: “Yekem HDP nûnertiya miletê Kurd nake û îdiayeke wan a wiha jî nîne. HDP dibêje em partiya Tirkiyê ne û em ne partiyeke Kurd û Kurdistanî ne. Duyem Partiya Çep a Kesk siwanek e ji bo beşdarî hilbijartinê bibin, lê esasê wê Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ye. Ev hevpeymanî ji HDP û 5 partiyên biçûk ên çepgir ên Tirkiyê pêk tê. HDP bi xwe jî ji hevpeymaniya 4 partiyên çepgir ên Tirkiyê pêk tê. Wate di vê hevpeymaniyê de 9 partiyên çepgir ên Tirk hene û beşdarî hilbijartinê dibin. Yek jî nûnertiya Kurdan nake. Tişta herî xedar ew e ku di van hilbijartin û siyasetê de nûnertiya 30 mîlyon Kurd nayê kirin. Ji sedî 40ê Kurdan dengê xwe didin xeta PKKê û  HDPê, lê ew jî dibêjin em ne partiya Kurdan e, lê me partiya Tirkiyê ne.”

Onen diyar kir ku kesên ku dengê xwe didin HDPê wê weke partiyeke Kurdan dihesibînin û got: “Lê hişmendiya HDP û rêveberiya wê dibêjin em partiyeke Tirkiyê ne. Ji bo Tirkiyê daxwaziya hinek çaksaziyan dikin. Wate govdeya wê Kurd e, lê serê Tirk e. Jixwe nakokiya esasî di vir de ye, 6 milyon dengên Kurdan digirin lê siyaseta Tirkiyeyî dimeşînin. Weke nimûne bibêjin ji 67 parlamenterên HDPê tenê 26 Kurd in û 41 ne Kurd in. Gotin û kiryarên HDPê ji hev nagirin, ti helwesteke demokratîkbûnê li ba wan nîne.”

Bi gotina Onen HDP dixwaze bi hişmendiyeke Tirkiyeyî Kurdan ber bi Tirkiyê ve bikşîne û ew dibêje: “Dixwazin Kurdan bi Tirkiyeyê re entegre bibin û Kurdan asîmîle bikin. Ji bo partiyek bêje 'ez nûnerê gelê Kurd im' divê Kurd daxwazên xwe bînin ziman û bixwe bibêje 'ez nûnertiya vî gelî dikin'. HDP ne daxwazên netewa Kurd tîne ziman û nabêje ez nûnertiya Kurdan jî dikim.”

Fuat Onen destnîşan kir ku HDP di karnameya xwe de behsa avakirina “Neteweyeke Demokratîk” bi gotina wî ew dixwazin ji hemwelatiyên Tirkiyê miletekî ava bikin û wiha pê de çû: “Hemû partiyên Tirk ên dagirker dibêjin `Yek Milet, Yek Dewlet` û HDP jî vê dibêje; heman tiştê dibêje lê tenê pêşiya wan peyva Demokratîk zêde dike. Baş e, bila HDP biçe Amedê ji alîgirên xwe bipirse; Li Tirkiyê tenê yek milet heye yan gelê Kurd û yên din hene? Hebûna gelê Kurd bi Netewa Demokratîk re tê înkarkirin. Karnemya ji aliyekê ve dişebe ya Partiya Çep a Almanyayê, lê ji aliyê din ve dagirkeriya Tirkiyê rewa dike. Ha te weke Erdogan got yek milet ha te weke Mithat Sancar got yek milet. Erdogan û Kiliçdaroglu jî dibêje em û welatê me demokratîk e. Bi hişmendiya Kurdan bike Tirkiyeyî ma dikarin nûnertiya Kurdan bikin, na.”

Li Tirkiyeyê 2 hilbijartin hene. Hilbijartinên serokomarî û parlementoyê. HDP û Partiya Çep a Kesk (YSP) daxwaza desthilatdariya Tirkiyê nakin. Ger hûn nexwazin rêveberiya Tirkiyê, daxwazên ku we rêz kirine çawa pêk bînin? Beriya her tiştî helwesta wan ji xeta Kurdistanî dûr e.

Oner birbîr xist ku niryar e hilbijartinên serokomarî û hilbijartinên xula 28emîn ên parlementoya Tirkiyê 14ê Gulanê bên kirin û got: “Li Tirkiyeyê 2 hilbijartin hene. Hilbijartinên serokomarî û parlementoyê. HDP û Partiya Çep a Kesk (YSP) daxwaza desthilatdariya Tirkiyê nakin. Eger hûn rêveberiya Tirkiyê nexwazin, daxwazên ku we rêz kirine çawa pêk bînin? Beriya her tiştî helwesta wan ji xeta Kurdistanî dûr e.”

Derbarê helwesta Kurdan a bo hilbijartinan de jî wiha got: “Divê gelê Kurd di hilbijartinê de çi bike? Niha parlamentoya me ya netewî nîne. Eger me li Kurdistanê parlamentoya netewî hebûya, em dê beşdarî hilbijartinan bibûna û parlamentoya xwe ava birkiriya. Heta parlamentoyek li Kurdistanê çênebe, heram e ku Kurd ji bo parlamentoya Tirkiyê biçin ser sindoqan. Dema hûn ji bo dengdayînê diçin ser sindoqên Tirkan, hûn hebûna dagirker li Kurdistanê rewa dikin.”

Onen eşkere kir ku Partiya Sosyaslîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ji bo hilbijartina danûstandinên ligel HDPê dike û got: “Em pê hesan e ku PAK û PSK bi DBP û HDPê re di nava danûstandinan de ne, behsa tifaqa hilbijartina  Kurdistanê dikin. Tifaqa hilbijartina Kurdistanê nabe, ji ber ku li Kurdistanê parlamentoya te nîne. Ev ne tifaqa Kurdistanî ne lê ew tifaqa postan e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst