HPGê di derbarê dîmenên ku di torên civakî de belav bûne de daxuyaniyek da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku di operasyona Şirnexê de gerîlayê PKKê Selîm Adiyaman bi nasnavê “Harun Elbak” hatiye girtin. Li aliyê din HPG’ê ragihand ku Selîm Adiyaman ji aliyê komekê ve hatiye girtin û hatiye radestkirin.

Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê di 27ê Adarê de di daxuyaniyekê de ragihandibû ku di operasyona li herêma Zergûza navçeya Hezex a Şirnexê de gerilayekî PKKê bi saxî hatiye girtin.

Wezaretê ragihandibû ku navê gerîlayê PKKê Selîm Adiyaman bi nasnavl "Harun Elbak" e û "hewl dide bireve derveyî welat."

“Ji aliyê cerdevanan ve hat girtin”

Dîmenên kêliya girtina Elbak di çapemeniya Tirk de belavkirin û hate gotin ku "ji aliyê cerdevanan ve hatiye girtin".

Ji HPGê daxuyanî

Baskê leşkerî yê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Selîm Adiyaman dema ku bi tena serê xwe maye neçar maye dakeve deştê û “bêçek û di rewşeke zehmet de bûye.”

Herwiha HPG ragihand ku Elbak ji aliyê komekê ve pêşî rastî heqaretan hatiye û piştre jî ew radestî cendirmeyan kirine.