Erzerom: Xelk di bin berf û sermayê de ketine dora goştê erzan

01-04-2023
RÛDAW
Nîşan Erzerom Goştê Erzan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê ku navendeke sereke ya ajeldariyê ye, xelk di bin barîna berfê û sir û sermayê de ketine dorê daku kîloyek goştê erzan bikirin.

Li parêzgeha Erzeromê ev çend roj in berf dibare. Welatî roja Înê tevî barîna berfê û sir û sermayê li ber deriyê Saziya Şîr û Goşt a Tirkiyê ketine dorê daku kîloyek goştê li gor bazarê hinekî  erzantir bo fitara xwe bibin nav malên xwe.

Li market û qesabxaneyan kîloya qîme di navbera 200 heta 250 lîreyan de ye û kîloyek goştê tike jî di navbera 250 heta 300 lîreyên tirkî de ye. Lê li Saziya Goşt û Şîr a Tirkiyê kîloyek qîme bi 100 lîre û kîloyek goşt jî bi 100 heta 150  lîryan tê firotin. Welatî ji bo ku bi van nirxên hinekî erzantir, goşt  bikirin bi demjimêran li ber deriyê navendên Saziya Goşt û Şîr dikevin dorê.

Berdevkê Partiya Gel a  Komarî (CHP) Faîk Oztrak dîmenê dora dûr û dirêj a welatiyên Erzeromê ya bo kirîna goştê erzan li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kiriye û nerazîbûn nîşanî hikûmetê daye.

Faîk Oztrak dibêje: “Dîmenê sala 2023ê yê Tirkiyê ku hikûmeta 21 salî  wek “serdema vejînê” binav dikir. Di sir, serma û zivistana Erzeromê de dora goştê erzan.”

Ji destpêka îsal ve bihayê goşt li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêdeyî ji sedî 50 hatiye zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst