Nêçîrvan Barzanî cejna Ekîto li Kildan, Aşûrî û Suryaniyan pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cejna Ekîto li Kildan, Aşûrî û Suryaniyan pîroz kir û got “Di vê helkeftê da em tekîdê li ser parastina wekheviyê, mafê mirovî, azadiyan û pêşdebirina çanda pêkvejiyan, hevduqebûlkirin û toleransê di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê da dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta hatina cejna Egîto ya Kildanî, Aşûrî û Siryaniyan peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî dibêje“ Sersala nû ya Babilî Aşûrî û Cejna Akîto li xuşk û birayên kildanî, asûrî û suryanî yên li Herêma Kurdistanê, Iraqê û li hemû cîhanê bi germî pîroz dikim. Ji wan re serkeftin û cejn û bênvedanek şad û aram dixwazim.”

Barzanî di berdewamiya peyama xwe de wiha got “Di vê helkeftê da em tekîdê li ser parastina wekheviyê, mafê mirovî, azadiyan û pêşdebirina çanda pêkvejiyan, hevduqebûlkirin û toleransê di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê da dikin, herwesa, em xûşk û birayên kirîstiyan û hemû pêkhateyan piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê wek hertim dê niştimanê hemûyan bimîne.

Cejna Akito li hemûyan pîroz be, hemû salan bi xweşî be.”