Balyozxaneya Amerîkaya bo Sûriyê: Bûyera Cindirêsê dibe gef li aramiya Sûriyê

01-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkî bo Sûriyê derbarê komkujiya êvara Newrozê ya li Cindirêsê de ku tê de 4 hemwelatiyên Kurd hatin kuştin, ragihand ku bûyer dibe sedema ku gef li ser aramiya Sûriyê çêbe.

Balyozxaneya Amerîkî bo Sûriyê îro Şemiyê 1ê Nîsana 2023yan li ser hesabê xwe yê Twiterê ragihand ku "Tundiya weke ya di 20ê Adarê de me li Cindirêsê dît, gefê li aramiya Sûriyeyê dixwe."

Di twîta xwe de Balyozxaneya Amerîkî bo Sûriyê dibêje: “Em daxwazê li hemû aliyan dikin ku dest ji tundiyê ku zerarê dide sivîlan berdin." Di heman demê de Balyozxaneya Amerîkî bo Sûriyê daxwaz dike lêpirsîn bê kirin.

Êvara roja 20ê Adara 2023an û di dema pêxistina agirê Newrozê de, çekdarên komeke çekdar li bajarokê Cindirêsa Efrînê gule berdabûn endamên malbateke Kurd û di encamê de 4 kes kuştibûn û 2 kes jî birîndar kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst