‘Li Efrînê hejmarek Êzidî bi zorê bûne Misilman’

01-04-2023
Hisên Omer
‘Li Efrînê hejmarek Êzidî bi zorê bûne Misilman’
‘Li Efrînê hejmarek Êzidî bi zorê bûne Misilman’
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrînê 2 Kurdên Êzîdî li ser destê melayekî ser bi opozîsyona Suriyê ve dibin Misliman, çalakvanên mafên mirovan li Efrînê dibêjin wan di bin gefên çekdaran de ola xwe guhertin. Ev 2 rojin vîdyoyek belav bûye, oldarekî opozîsyona Sûriyê bi navê Şêx Ehmed Ebdulkerîm Zeyûk ve 2 welatiyên Kurd ên Êzdî ku birayên hev in, dike Misilman, yek ji wan Şêxo Arif û yê din jî Heyder Arif e.

Şêx Ehmed Ebdulkerîm Zeyûk, erebekî hawirde ji bajarokê Daret Îze ye, di navbera du welatiyên Kurd ên Êzdî de rûniştiye û radigîhîne ku her du Kurdên Êzdî bûne Misilman.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyên agahdar li herêma Efrînê wergirtine, her du welatî ji gundê Qîbarê ne û li Efrînê niştecî ne.

Çalakvanê Kurdê Êzdî Abid Îso, ku xelkê Efrînê ye ji Rûdawê re got, ew her du welatî li jêr gefa çekê hatine neçarkirin.

Çalakvan Abid Îso got: “Ev videoya hatiye belavkirin ne bi dilê wan bû. Ev vîdeo di bin zilm û zordariyê de hatiye amadekirin. Tirkiye ji roja ewil ve ketiye Efrînê, ew û çekdarên xwe dixwazin Êzidiyan tine bikin, lê Êzidî dê her tim li ser erdê welatê xwe bimînin.”

Çavkaniyeke kurd a Êzdî ji herêmê ji Rûdawê re da zanîn ku ji bilî van herdu welatiyan jî, çend kes li gundê Şadêrê û hin gundên din ên herêmê li jêr gefên cuda hatine neçarkirin ku dev ji ola xwe yê Êzdatiyê berdin.

Piştî dagîrkirina herêma Efrînê, ji koka nêzî 35 hezar Kurdên Êzdî, niha kêmtirî hezar kesî li herêmê mane. Mezargeh û cihên pîroz ên Kurdên Êzdî li Efrînê li ser destê grûpênçekdar û erebên hawirde hatine têkdan. Herwiha goristanên kurdên Êzdî li gundên herêmê pir caran hatine şikandin û têkdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst