Zirara rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê ji bo Iraqê 13 trilyon dînar e

01-04-2023
RÛDAW
Nîşan Petrola Kurdistanê Hinardekirina Petrolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tê pêşbînîkirin ku rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê zêdetir ji 13 trîlyon dînar zirarê bide Iraqê û kurtanîna bûdceyê jî di sala 2023an de ji 64 trîlyonan bibe 77 trilyon dînar.

Piştî biryara Dadgeha Navdewletî ya Navbeynkariyê ya Parîsê, ji 25ê Adarê ve hinartina 400 hezar bermil rojane ya petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhan a Tirkiyê hatiye rawestandin.

Piştî rawestandina hinartina petrolê, şandeke danûstandinan a hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çêkirina mekanîzmayeke nû ji bo destpêkirina hinartina petrolê du caran serdana Bexdayê kir.

Bexda dê 13 trîlyon dînar winda bike

Li gorî projeyasaya bûdceya sala 2023, 2024 û 2025ê ya Iraqê, Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol weke beşek ji dahata giştî hinarde dike.

Bihayê her bermîlek petrolê 70 dolar hatiye diyarkirin.

Li gorî mekanîzma di projeyasaya bûdceya Herêma Kurdistanê de, rojane 28 milyon dolar, mehane 840 milyon dolar û salane zêdetirî 10 milyar û 80 milyon dolar petrol tê hinardekirin.

Bi bilindbûna dolar li hember dînar bo 1300 dînar li Îraqê; hinartina petrolê rojane gehişte 36 milyar û 400 milyon dînar, mehane 1 trîlyon û 92 milyar dînar û salane 13 trîlyon û 104 milyar dînar (10 milyar dolar). Wate ji sedî 6ê bûdceya giştî ya Iraqê ku 199 trîlyon e.

Ji ber rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê tê çaverêkirin ku kêmbûna dahata Iraqê kêşeya bûdceya giştî ya ku ji bo pesendkirina parlamentoyê hatibû şandin zêdetir zêdetir bike.

Kurtanîna bûdceyê jî wek 64 trîlyon û 469 milyar û 192 milyon û 600 hezar dînar (49 milyar dolar) hat diyarkirin. Tê gotin, eger Herêma Kurdistanê petrolê neşîne derve, mezinahiya kêmbûna bûdceya Iraqê dê bigihe 77 trîlyon û 573 milyar û 192 milyon û 600 hezar dînarî (59 milyar dolar).

Endamê Lijneya Aborî, Pîşesazî û Bazirganî ya Parlamentoya Iraqê Biryar Reşîd ji Rûdawê re axivî û got “Rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê dê bandoreke neyînî li ser bûdceya Iraqê bike û kurtanîn bûdceyê zêde bike. Ji ber ku li gorî projeyasaya bûdceyê; Dahata ji petrola Kurdistanê beşek ji dahata giştî ya Iraqê ye.”

Hinardekirina petrola Kerkûkê hat kêmkirin

Hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê nêzîkî hefteyekê hatiye rawestandin. Hinardekirina petrola Kerkûkê ya ku bi heman boriyê dihat hinardekirin jî tê rawestandin.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji North Oil Company a li Kerkûkê kar dike bi dest xistiye, hevdem ligel hinartina petrola Herêma Kurdistanê hinardekirina petrolê ji Kerkûkê jî hatiye rawestandin.

Hinardekirina petrola Kerkûkê rojane bo bendera Ceyhanê bi rêya boriya petrolê bi qasî 85 hezar bermîl e, ango mehane 2 milyon û 550 hezar bermîl e. Nirxa wê 178 milyon û 500 hezar dolar (nêzîkî 232 milyar dînar) e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst