Galeriya wêneyan

01-04-2022
12 Photos
RÛDAW

Li Rojavayê Kurdistanê jî ku hejmareke zêde ji pêkhateyên Suryan û Aşûrî dijîn, cejna Ekîto anku sersala nû ya Babilî hat pîrozkirin.

Li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê bi dehan kes ji pêkhateyên Suryan û Aşûrî li hev kom bûn û cejna Ekîto ya sersala 6772 a Babilî pîroz kirin.

Merasima cejnê ya li Tirbespiyê ji aliyê Partiya Yekîtiya Suryan û Rêxistina Aşûrî ya Demokrat ve hatibû organîzkirin. Her di çarçoveyê cejna Ekîto ya îsal de, herdu aliyan belgeyeke jihevtêgihîştineke siyasî jî îmze kirin.

Hejmarek Kurdên deverê jî beşdarî di merasima cejna Ekîto de kirin.

Wêne bo Rûdawê hatine şandin