48,000 geştyarên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê serdana Wanê kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Di meha Adara 2022 de û bi taybet di rojên nêzîk Newrozê û rojên paşê de 48 hezar geştyarên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê di rêya Deriyê Sînorî yê Kapikoyê re serdana parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê kirine.

Welatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê di betlaneya Newrozê de ku du hefteyan berdewam kir, bi armanca geştyariyê berî xwe dane parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê.

Geştyaran bi roj li cihên dîrokî û geştyarî yên bajêr geriyan û bi şevan jî tişt dikirîn û herwiha di şahiyên taybet ku bo wan dihatin organîzekirin demên xweş derbas kirin.

Çûna hejmareke zêde ya geştyaran bandoreke êrênî li aboriya Wanê kir û mehekê hemû otel tijî bûn û bazara dûkandaran jî zêde bû. Bi temambûna betlaneya Newrozê, geştyarên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê dest bi vegerê kirin.

Alîkarê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Fevzi Çeliktaş got: “Di vê demê de geştyarî bajarê me li ser piya digre. Geştyarên hatin otel tijî kirin, cihê vala nema. Zêde tişt kirîn. Kêfa esnafên me hat.”

Deriyê Sînorî yê Kapikoyê ku girîngtirîn deriyê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê (Tirkiye û Îran) de ye, ji ber vîrûsa Coronayê di 24ê Adara 2020ê hatibû girtin û 17ê Îlona 2021ê careke din hatibû vekirin. Çûnûhatina geştyaran di rêya vî deriyê sînorî re jî di 8ê Cotmeha 2021ê de destpê kiribû.