Serok Barzanî: Hêvîdar im Remezan bo hemû aliyan bibê cihê xêr û bereketê

01-04-2022
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Mesûd Barzanî Remezan Meha Remezanê Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî hatina meha Remezanê li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.

Serok Mesûd Barzanî dibêje, “Ji xwedayê mezin hêvîdar im nimêj û rojî û lavayên hemûyan qebûl bike û hatina vê meha pîroz ji bo hemû aliyek bibê cihê xêr û bereketê.”

Peyama Serok Mesûd Barzanî:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi hekefta hatina meha pîroza Remezanê pîrozbahiyê li hemû misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Ji Xwedayê mezin hêvîdar im nimêj û rojî û lavayên hemuyan qebûl bike û hatina vê meha pîroz ji bo hemû aliyek bibê cihê xêr û bereketê.

29 Şe'bana 1443 Koçî, 1ê Nîsana 2022 Zayînî”

Sibe yekem roja meha Remezanê ye

Erebistana Siûdî ragihand ku roja yekem a meha Remezanê roja Şemiyê (02/04/20222 ye. Li Bakur, Rojava, Başûr û beşeke Rojhilatê Kurdistanê jî Şemî yekem roja meha Remezanê ye.

Erebistana Siûdî îro bi fermî ragihand ku sibe Şemiyê (02/04/2022) yekem roja meha Remezanê ye. Weqfa Sunne ya Iraqê jî aşkera kir, Şemî, yekem roja Remezanê ye.

Salane di dawî rojên meha Şe'ban de, Lijneya Dîtina Heyvê ya Herêma Kurdistanê ji bo çavdêriya dîtina heyvê kom dibe û daxwaz ji hevwelatiyan jî dike dema heyv hat dîtin lijneyê agahdar bikin.

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Ayînî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq îro, di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, Lijneya Dîtina Heyvê kom bû û biryar da “ji ber hebûna belgeya şerîî ya pêwîst, derket holê ku heyv li asmanê Herêma Kurdistanê hatiye dîtin, lewma sibe (02/04/2022) ji aliyê lijneyê ve wek yekem roja meha Remezanê hat diyarkirin.”

Roja 27ê Adarê, Merciê Bilind ê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî berî niha ragihandibû ku wan roja Yekşemê (03/04/2022) wek yekem roja meha Remezanê diyar kirine, lê Kemal Heyderî ku ew jî merciekî Iraqî ye li bajarê Qum ê Îranê, sibe (02/04/2022) wek yekem roja meha Remezanê diyar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst