Bi hatine meha Remezanê nirxê kelûpelan li Pakistanê buha dibin

01-04-2022
RÛDAW
Xwepêşandana hejmarek ji xelkê bajarê Keraçî li başûrê Pakistanê li hember buhabûna nirxê kelûpelan. Wêne: AFP
Xwepêşandana hejmarek ji xelkê bajarê Keraçî li başûrê Pakistanê li hember buhabûna nirxê kelûpelan. Wêne: AFP
Nîşan Pakistan Keraçî Meha Remezanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Keraçî yê Pakistanê xelk xwe jibo meha Remezanê amade dikin û kelûpelên xwe dikirin, li mezgeftan jî amadekarî tên kirin, lê îsal nirxê keresteyên xwarinê gelekî bilind bûne, vê yekê jî xelk dilgiran kiriye.

Saira nişteciya Keraçî û dayika çar zarokan e, behsa zehmetiya jiyana malbata xwe dike, bi taybet bi hatina meha Remezanê re.

Saira Omer dibêje,“Şîr, mast, şekir , her tişt buha bûye. Êdî zehmet e em du dan xwarin di rojekê de çê bikin.Emê çawa bikirin ? Hikûmet nirxan zêde dike. Piştre xwediyên dukanan jî zêdetir dikin. Divê hikûmet nirxan kontrol bike.”

Li gorî aliyên fermî yên Pakistanê, meha borî bi rêjeya 13 ji sedî nirxê kelûpelan li vî welatî zêde bibû, ku dibe bilindtirîn ast di dema du salên borî de.

Pisporên aborî sedema buhabûnê bi buhabûna nirxan  li cîhanê ve girê didin.

Shamsul Hasan, pisporê aborî: “Ev Remezan wê gelekî zehmet be jibo kesên ku bi rojan kar dikin. Nirxê kelûpelan giran bûye. Xelk niha li şûna sê danan , du dan xwarin dixwin

Du sedemên buhabûnê hene. Yek jê zêdebûna nirxan li Cîhanê ye, bi taybet ên xwarin û enerjiyê . Sedema din nebûna rêkarên rêvebirinê ne.”

Keraçî mezintirîn bajarê Pakistanê ye û 12mîn bajarê mezin ê Cîhanê ye, hejmara nişteciyên  wê derdora 15 milyon kes in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst